Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Tîma Voleybolê ya Jinan a DBB di maça dijwar de têk çû

Tîma Voleybolê ya Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li hember Tîma Voleybolê ya Jinan a Hatayê 3-1 têk çû. Tîma Voleybolê ya Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ku di Lîga 2yemîn a Koma 15emîn a Jinan de têdikoşe, li Salona Sporê ya Koşklerê ji Tîma Voleybolê ya Jinan a Hatayê re mazûvan

Tîma Voleybolê ya Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li hember Tîma Voleybolê ya Jinan a Hatayê 3-1 têk çû.

Tîma Voleybolê ya Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ku di Lîga 2yemîn a Koma 15emîn a Jinan de têdikoşe, li Salona Sporê ya Koşklerê ji Tîma Voleybolê ya Jinan a Hatayê re mazûvanî kir.

Pêşbirk ji aliyê berpirsên Dezgeha Xizmetên Ciwan û Sporê, endamên meclîsê û temaşevanên sporê ve hat şopandin. Temaşevanan di tevahiya maçê de bi tilîliyên bi coş piştgirî dan tîma xwe.

Tîma Voleybolê ya Jinan a DBB ku di pêşbirkê de baş derket pêşberî hevrikê xwe yê dijwar 3-1 têk çû.

Tîma Voleybolê ya Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê di komê de berdewam dike û di 28'ê Kanûnê de li Dîlokê bi Tîma Voleybolê ya Jinan a Merînosê re rûbirû ye.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan