Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Walî Guzeloglu bi esnafên Sîteya Pîşesaziya Metal re

Walî û Cîgirê Şaredar Hasan Basrî Guzeloglu, bi mebesta pirs û pirsgirêkan guhdar bike û rêyên çareseriyê peyda bike bi esnafên Sîteya PÎşesaziya Metal re civînek pêk anî.

Walî û Cîgirê Şaredar Hasan Basrî Guzeloglu, bi mebesta pirs û pirsgirêkan guhdar bike û rêyên çareseriyê peyda bike bi esnafên Sîteya PÎşesaziya Metal re civînek pêk anî. Ligel Walî Guzeloglu di hevdîtinê de Serkê DESOBê Alican Ebedinoglu, Serokê Borsaya Bazirganiyê Engin Yeşil, Serokê Daîreya Pêşxistina Çavkaniyan a Şaredariya Bajarê Mezin Hikmet Guneş, Serokê Daîreya Esnafan Huseyin Paksoy, Sekreterê Giştî yê Ajansa Geşedanê ya Qerejdaxê Hasan Maral, Midûrê Pîşesazî û Teknolojîya Bajêr Hayrettin Bahçivanci, Midûrê Bazirganiya Bajêr Omer Tuncay Baysulen, Midûrê Bajêr ê KOSGEBê Zulfikar Altunbag, Serokê Sîteya Pîşesaziya Metal Abidin Kakdaş û esnafên vê sîteyê di civînê de amade bûn.

Di civînê de pirs û pirsgirêkên esnafan hatin axaftin, Walî Guzeloglu der barê projeyên geşedanê de gotarek pêşkêş kir û got ku ew lê dixebitin bi şêwr û mişawirê bi hev re pirs û

pirsgirêkan berê diyar bikin û paşê bi hev re çareser bikin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan