Walî Guzeloglu bi muxtarên Bîsmîlê re rûnişt
Walî û Cîgirê Şaredar Hasan Basrî Guzeloglu, li navçeya Bîsmîlê hevdîtinek bi muxtarên tax û gundên Bîsmîlê re pêk anî û guhdariya daxwaz û pirsgirêkên wan kir.
Walî û Cîgirê Şaredar Hasan Basrî Guzeloglu, serdana xwe ya bo navçeyan berdewam dike. Walî Guzeloglu, serdana navçeya Bîsmîlê kir û li gel rûspîyên civakê, nûnerên saziyên civaka sîvîl, esnaf û welatiyan hevdîtinek pêk anî.
Walî Guzeloglu, di çarçoveya hevdîtinê “Xizmeta Bo Diyarbekirê” de li Bîsmîlê bi muxtaran re kombûnek li dar xist. Di kombûnê de ligel Walî Guzeloglu qeymaqamê Bîsmîlê Kerem Suleyman Yuksel, Cîgirê Midûrê Giştî yê DÎSKÎyê Ahmet Naci Helvaci, Midûrê Asayîşa Bajêr Şukru Yaman, Serokê Yekitiya Odeyên Esnaf û Pîşekarên Diyarbekirê Alican Ebedinoglu, serekên daîreyên şaredariya bajarê mezin, midûrên saziyên cemaweriyê, giregirên Bîsmîlê, rûsîpên civakê, nûnerên saziyêm civaka sîvîl û welatî di kombûnê de amade bûn.
Di civîna berfireh de der barê proje û xizmetguzariyê de Walî Guzeloglu axaftinek kir û beşdarên civînê daxwaz û kêşeyên navçeyê bi Walî re parve kirin.
