Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Walî Guzeloglu serdana Şaredariya Peyas û Yenîşehrê kir

Walî û Cîgirê Şaredar Hasan Basrî Guzeloglu, serdana Şaredariya Peyasê û Şaredariya Yenîşehrê kir.

Walî û Cîgirê Şaredar Hasan Basrî Guzeloglu, serdana Şaredariya Peyasê û Şaredariya Yenîşehrê kir û der barê xebatan de agahî wergirtin. Walî Guzeloglu ewil serdana Şaredariya Peyasê kir û ji aliyê Cîgirê Şaredar Qeymaqam Unal Koç ve bi kulîlkan hate pêşwazîkirin. Hevdîtin di navbera Walî Guzeloglu û Qeymaqam Koç de hate kirin. Walî Guzeloglu piştre serdana Şaredariya Yenîşehrê kir û bi Qeymaqam û Cîgirê Şaredar Murat Beşikçî re hevdîtinek pêk anî. Walî, di hevdîtinan de bi qeymaqaman re rewşa xizmetguzariya van navçeyan gotûbêj kir.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan