Dîrok tê barkirin...
⏳Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Hevşaredar Hatun serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê kir

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun, serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê kir û bi Hevşaredar Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan re hevdîtin pêk anî. Hevşaredar Dogan Hatun ku ji bo beşdarî 14'emîn Fuara Turîzm û Geştê ya Rojhilatê Anadoluyê ya li Wanê hat lidarxistin bibe çû bajêr, Şa

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun, serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê kir û bi Hevşaredar Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan re hevdîtin pêk anî.

Hevşaredar Dogan Hatun ku ji bo beşdarî 14'emîn Fuara Turîzm û Geştê ya Rojhilatê Anadoluyê ya li Wanê hat lidarxistin bibe çû bajêr, Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ziyaret kir.

Hevşaredar Dogan Hatun di serdana xwe ya bi Serokê Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê Mehmet Kaya re, têkildarî xebatên şaredariyan bi Hevşaredar Şedal û Zeydan re nêrînên xwe nirxand.

Piştî serdanê Hevşaredar Hatun seramîkên bi Sûrên Amedê diyarî Hevşaredaran kir, Şedal û Zeydan jî xalîçeyek diyarî Hatunî kir.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan