Wezîrê perwerdeyê serdana şaredariyê kir
Wezîrê Perwerdeyê Ziya Selçûk, ji bo hin hevdîtinan hate Diyarbekirê û serdana Şaredariya Bajarê Mezin kir.
Wezîrê Perwerdeyê Selçûk ligel Serokê berê yê Diyanetê Mehmet Gormez, di serdana xwe ya bajarê Diyarbekirê de serdana Şaredariya Bajarê Mezin kirin. Ji aliyê Walî û Cîgirê Şaredar Hasan Basrî Guzeloglu, qeymaqamên navçeyan û serekên daîreyên şaredariyê ve li ber deriyê protokolê hatin pêşwazîkirin. Piştî pêşwazîkirinê Wezîr Selçûk Deftera Rûmetê ya Şaredariya Bajarê Mezin îmze kir.
Walî û Cîgirê Şaredar Hasan Basrî Guzeloglu, li meqamê xwe pêşwazîya Wezîr Ziya Selçûk kir û der barê xebatên şaredariyê de agahî danê û behsa piştgiriya şaredariyê bo kertê perwredeyê jî jê re vegot.
