Xebatên nûkirina Cadeya Evrim Alataş dest pê kirin
Şaredariya Bajarê Mezin, li ser Cadeya Evrim Alataş xebatên nûkirinê dan destpêkirin û di encamê de dê 9 hezar û 400 ton qîra germ li rê bike û 10 hezar metrekare jî peyarêkê çêke.
Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo silametiya peya û siwaran xebatên çaksaziya rê û rêbaran bi hemû pêjinkariya xwe didomîne. Bi vê mebestê Serokatiya Daîreya Çêkirin û Çaksaziya Rêbaran û Kordînasyona Binesaziyê, li ser Cadeya Evrim Alataş, ew devera dikeve navbera Rêya Rihayê û Bulvara Aram Tîgran ku hezar û 270 metre ye, xebatên qîrkirinê û çêkirina peyarêkê dan destpêkirin. Ekîbên şaredariyê, bi hemû hestyariyê, van rê û rêbaran ji nû ve çêdike, asfalt dike û peyarêkên dora rê tekûz dike.
