Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Xebatên restorekirina sûr û bedenên Diyarbekirê dest pê kirin

Şaredariya Bajarê Mezin, zend û bendên xwe şidandin û dest bi kar û xebata restorekirina Sur û Bedenên Diyarbekirê kir. Ji tebaxa 2020’ê ve ye xebata restokirina di qonaxa 1’ê de dewam dikin niha jî xebata restorekirina Navsûrê dest pê kir. Navdêza Diyarbekirê xwedî mêjûyeke 2 hezar û 300 sal e.

Keleha Diyarbekirê sala 2015’ê ji bo Lîsteya Mîrateyên Cîhanî ya Çandî ya UNESCOyê hate wergirtin, Şaredariya Bajarê Mezin bi xebatên restore û nûjenkirina sûr û bircên keleha Diyarbekirê radibe.

Waliyê Diyarbekirê Munîr Karaloglu, di tebaxa 2020’ê de xebata restorekirina sûr û bedenên Diyarbekirê da destpêkirin. Xebata restorekirinê li ser 6 bircan didome û di qonaxa 2yê ya restorekirinê de Serokatiya Daîreya Avedanî û Bajarvaniyê dest bi restorekirina Navsûrê kir.

“11 bircên keleha hundir, 2 bircên keleha derve tên restorekirin”

Serokê Daîreya Avedanî û Bajarvaniyê Mehmet Karaaslan der barê xebatên restorekirinê de li Dergehê Guharan daxuyaniyek da û got ku karê restorasyonê bi serperiştiya Walî Munîr Karaloglu, bi şev û bi roj bê rawestan berdewam e.

Karaaslan diyar kir ku projeya restorekirinê qonax bi qonax hatiye danîn, li gorî plansaziyê pênc salan dê xebata restorekirinê bidome û aşkere kir ku plansazî ji aliyê Wezareta têkildar ve hatiye qebûlkirin.

Karaaslan bal kişand ser xebata restorekirina 6 bircan û got ku xebatên nûjenkirinê bê kêşe didomin û weha axivî:

“Ji sersala 2021’ê pê de me dest bi restorekirina li Navsûrê kir. Navsûra Diyarbekirê cihekî dîrokî ye, ev devera xwedî mêjûyeke 2 hezar û 300 salî 11 bircên hundir û 2 bircên derve li xwe digire. Her weha şûnwarê Amîdayê û beden û dîwarên li dora vî şûnewarî, ku 11 hezar metrekare ye dê bête biseroberkirin û jîngeha wê bête tekûzkirin.”

“Ev xebat 500 rojan bi encam dibe”

Karaaslan aşkere kir ku xebata restorekirina Navsûra Diyarbekirê dê 500 rojan bidome û ji bo piştgiriya wan, spasiya Wezîrê Jîngeh û Bajarvaniyê Murat Kurum û walîyê Diyarbekirê Munîr Karaloglu kir.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan