Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Xitimîna 'ji qestî' ya depoya ava 9 gundikan hat çareserkirin

Midûrtiya Giştî ya DÎSKÎ'yê li ser xitimîna di depoya avê ya li gundê Darabîyê a navçeya Baglarê ku pêdiviya ava 9 gundikan li ser bû, diyar kir ku ji aliyê kesekî yan kesên nasnameya wan nediyar ve depo hatiye xitimandin, lêpirsîn da destpêkirin. Ekîbên Midûriyeta Giştî ya Av û Kanalîzasyonê y

Midûrtiya Giştî ya DÎSKÎ'yê li ser xitimîna di depoya avê ya li gundê Darabîyê a navçeya Baglarê ku pêdiviya ava 9 gundikan li ser bû, diyar kir ku ji aliyê kesekî yan kesên nasnameya wan nediyar ve depo hatiye xitimandin, lêpirsîn da destpêkirin.

Ekîbên Midûriyeta Giştî ya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ) yên ku li ser xebera qutbûna avê ya ji ALO 153ê ketin tevgerê, di encama lêkolînan de diyar kirin ku pirsgirêk di depoya avê ya gundê Darabîyê de ye.

DÎSKÎ: Aşkere bû ku bi zanebûn hatiye kirin

Hat diyarkirin ku depoya ava vexwarinê ya ku hewcedariya avê ya gundên Çemê Komê, Kelûşkê, Qelê, Ayrım, Dereboyu, Alaçimen, Darbi, Pamuk û Laçînê pêk tîne, bi zanetî bi madeyên curbecur ên plastîk hatiye girtin.

Ji bo 9 gundikan av dest pê kir

Piştî ku demildest pirsgirêk hat tesbîtkirin û çareserkirin, ji bo 9 gundikan dîsa avê dest bi herikînê kir.

Lêkolînê dest pê kir

Midûriyeta Giştî ya DÎSKÎ ya ku der barê mijarê de lêpirsîn da destpêkirin dê der barê kes an jî kesên ku bûne sedema xitimandinê de serlêdana sûc bike.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan