Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Xwaringeha Gel dest bi xizmetê kir

Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, Xwaringeha Gel vekir. Xwaringeha Gel a ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin ve ji bo xwarinên erzan, paqij, xweş û pêbawer pêşkêşî xelkê bajêr bike, dest bi xizmetê kir. Li Xwaringeha Gel a ku ji bilî yekşemê her roj saet di navbera 12.00-1

Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, Xwaringeha Gel vekir.

Xwaringeha Gel a ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin ve ji bo xwarinên erzan, paqij, xweş û pêbawer pêşkêşî xelkê bajêr bike, dest bi xizmetê kir. Li Xwaringeha Gel a ku ji bilî yekşemê her roj saet di navbera 12.00-17.00an de vekirî ye, wê bi 70 TL’yî firavîna bi 4-xwarin bê dayîn. Xwaringeha Gel a ku bi taybetî xwendekar û xwendekarên kêm-dahat wekî muxatab tê hesibandin, wê nava rojê xizmeta hezar kesî bike.

Bernameya vekirinê

Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, Wekîla Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê (DEM) Adalet Kaya, şaredarên Kayapinar û Yenîşehîrê, DEM Partî û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) beşdarî vekirina xwaringeha Gel a ku li Kolana Hunerê ya navçeya Yenîşehîrê bûn.

Herweha Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Emrullah Gorduk, Alîkarên Sekreterê Giştî Zerrîn Turk, Reşat Bakan, Ozgur Yildiz û Aziz Ozdogan, endamên meclîsê, serokên daîreyan û welatî di bernameyê de amade bûn.

Hevşaredar Bucak: Ji bo gihîştina xwarina saxlem gava yekem

Hevşaredar Serra Bucak di axaftina xwe ya vekirinê de diyar kir ku ji 31'ê Adarê û vir ve bi lez û bez xebatên xizmetguzariyê yên bajêr dimeşînin. Hevşaredar Bucak got, "Em hêvîdar in ku ev ji bo gelê Ofîsê û esnafên me bi kêr were. Wê bibe yekem, em dikarin berdewam bikin. Xebatên me yên ji bo vê yekê dê bidomin. Feqîrî û zehmetiyên aborî hene, ev bû gava yekem ji bo bidestxistina xwarina saxlem."

Hevşaredar Dogan: Divê xwarina erzan bê dayîn

Hevşaredar Dogan Hatun diyar kir ku ji 31'ê Adarê û vir ve li şaredariyên ji qeyûm hatine girtin, bi gelek pirsgirêkan re têdikoşin. Hatun got, "Em ji bo hewcedariyên gelê xwe xebatên xwe didomînin" û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Weke hûn jî dizanin krîza aborî heye. Gelek kes nikarin zikê xwe têr bikin û li malê xwarinê çêdikin. Gihîştina xwarineke hem tendurist û hem jî erzan. Divê xwarina erzan bi dest bikeve. Wek xwaringeha gel ya ku me vekir, bibe cihê xelkê feqîr."

Xwaringeha Gel hate vekirin

Piştî axaftinan Hevşaredar Bucak û Hatun bi beşdaran re korda vekirinê birîn. Hevşaredaran xwarin li welatiyan belav kir û piştre li Xwaringeha Gel bi gel re şîv xwarin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan