Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Xwendekaran qebûlkirina merşa îstiqlalê pîroz kir

Xwendekarên di Mala Zanînê û Lîseya Akademî ya bi ser Şaredariya Bajarê Mezin de perwerde dibin, 12’ê Adarê Roja Qabûlkirina Merşa îstiqlalê pîroz kir.

Şaredariya Bajarê Mezin, bi boneya sala 100’ê ya salvegera Qebûlkirina Merşa Îstiqlalê bernameyeke pîrozkirinê li dar xist. Bi boneya yadkirinê li Mala Zanînê û li Lîseya Akademî yên di bin banê şaredariya bajarê mezin de, bernameyek hate lidarxistin. Di bernameyê de deqeyek rêzgirtin pêk hat û pişt re Merşa Îstiqlalê hate xwendin.

Di bernameyê de, der barê Merşa îstiqalalê de ku Mehmet Akif Ersoy nivîsiye de agahî hatin dayîn, kurtefîlmek hate nişandan û der barê jiyannameya şair de gotar hatin xwendin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan