Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Hişyarî ji zabiteyên ji bo kêmkirina qerebalixa trafîkê

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di Eyda Qurbanê de bi taybetî li herêma nav Sûran, ji ber qerebalixa wesayît û mirovan hişyarî da ajokaran. Midûriyeta Zabiteyan ji bo welatî karibin bi rehetî li nav Sûran ya ku ji aliyê turîstên xwecihî û biyanî ve gelek caran tê ziyaretkirin, xebatên xwe zêde kiri

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di Eyda Qurbanê de bi taybetî li herêma nav Sûran, ji ber qerebalixa wesayît û mirovan hişyarî da ajokaran.

Midûriyeta Zabiteyan ji bo welatî karibin bi rehetî li nav Sûran ya ku ji aliyê turîstên xwecihî û biyanî ve gelek caran tê ziyaretkirin, xebatên xwe zêde kirin. Dezgeha ku ekîbên xwe li herêma dîrokî ya ku tê payîn di Cejna Qurbanê de qelebalixiyeke berbiçav lê çêbibe, hişyarî da ajokaran ku li hin nuqteyan nesekinin û wesayîtên xwe park nekin. Bi vî awayî tê armanckirin ku rê li ber qerebalixiya li kuçe û kolanan bê girtin.

Xalên ku di cejnê de herî zêde trafîk lê zêde dibe û divê ajokar lê baldartir bin wiha ne:

1- Çirayên trafîkê yên meydana Deriyê Çiyê

2- Kolana Gazîyê

3- Kolana Melîk Ahmet

4- Deriyê Rihayê Xalên Ketin û Derketinê

5- Bulvara Înönü

6- Kolana hz. Suleyman

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan