Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Hevserok Bucak yekîneyên Zabiteyê seh kirin

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, yekîneyên Midûriyeta Zabiteyan seh kirin. Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak teftêşa yekîneyên şaredariyê didomîne. Bucak li navçeya Kayapinarê ya Midûriyeta Zabiteyan bi karmendên Midûriyeta Şaxa Trafîkê re hevdîtinek pêk anî û der barê xebatên midûri

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, yekîneyên Midûriyeta Zabiteyan seh kirin.

Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak teftêşa yekîneyên şaredariyê didomîne. Bucak li navçeya Kayapinarê ya Midûriyeta Zabiteyan bi karmendên Midûriyeta Şaxa Trafîkê re hevdîtinek pêk anî û der barê xebatên midûriyetê de agahî girtin. Bucak, anî ziman ku divê yekîne bi awayekî entegre bixebitin û ji xebatkaran xwest ku bi nêzîkatiyeke cidî li ser çareseriyên encamgir bisekinin. Bucak telîmat da xebatkarên daîreyê ku xebat bênavber û bi rêk û pêk bên meşandin.

Hevşaredar Bucak piştre derbasî Parka Perwerdehiya Trafîkê ya li Taxa Bagcilarê ya navçeya Baglarê bû. Bucak bi xebatkaran re sohbet kir û li danasîna xebatên Midûriyeta Zabiteyan temaşe kir. Bucakê ku li parkê li perwerdeya zarokan temaşe kir ji wan re serkeftin xwest.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan