Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Roja Mafên Zarokan a Cîhanê bi çalakiyan hat pîrozkirin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi boneya 20ê Mijdarê Roja Mafên Zarokan a Cîhanê ji bo zarokan çalakî li dar xist. Li Zarokistana 450 Evleran, ya li Bagcilar û Sûmerparkê ku di bin banê Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî de ne û li Navenda Jiyana Jinan ya Navçeya Ben û Senê ya li navçeya Yenîşehîr

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi boneya 20ê Mijdarê Roja Mafên Zarokan a Cîhanê ji bo zarokan çalakî li dar xist.

Li Zarokistana 450 Evleran, ya li Bagcilar û Sûmerparkê ku di bin banê Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî de ne û li Navenda Jiyana Jinan ya Navçeya Ben û Senê ya li navçeya Yenîşehîrê, bi boneya 20ê Mijdarê Roja Mafên Zarokan a Cîhanê ji bo zarokan çalakî li dar xistin.

Zarok hem fêr bûn hem jî kêf kirin

Di çalakiya ku li Navenda Jiyana Jinan ya Ben û Senê bi hevkariya Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî, Midûriyeta Şaxa Zarokan û Serokatiya Daîreya Çand û Karên Civakî hat lidarxistin de zarok der barê girîngiya rojê de hatin agahdarkirin. Piştî danasîna mafên zarokan, zarok bi enstrumanên rîtmê beşdarî konsera muzîkê bûn. Zarokan di Atolyeya Wênesaziyê ya ku hat organîzekirin de hunerên xwe bi wêneyan nîşan dan. Di çalakiyê de bi mijara mafên zarokan çalakiyên şano hatin lidarxistin. Piştî konsera muzîkê ya ku zarok kêfxweş kirin, pankartên têkildarî mafên zarokan hatin pêşandan.

Di çalakiyê de gelek alavên mektebê diyarî zarokan hatin kirin.

Ji zarokan re behsa mafên wan hate kirin

Di çalakiya li Zarokistana 450 Evler, Bagcilar û Sumerparkê de, Parêzer Çîgdem Ertak derkete pêşberî zarokan û mafên zarokan vegot. Ertak mafên qanûnî yên zarokan, mafê wan ê perwerdehiyê û têkiliya bi hawîrdora xwe re çi mafên wan hene vegot.

Herweha Seroka Daîreya Xizmetên Civakî Serap Yildirim, mamoste û dêûbav beşdarî çalakiyê bûn.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan