Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Zarokan “pîr û kal” şa kirin

Xwendekarên Mala Zanînê û Akademî Lîseya Şaredariya Bajarê Mezin, qurnefîl dan pîr û kalan û dilê wan xweş kir.

Xwendekarên bi ser Akademî Lîse û Mala Zanînê ya bi ser Serokatiya Daîreya Xizmetên Spor û Ciwanan a Şaredariya Bajarê Mezin bi boneya Hefteya Pîr û Kalan hin bername li dar xistin.

Perwerdekarên Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo xwendekar bi pîr û kalan re empatiyê bikin û wan baştir fam bikin, hin gotar pêşkêş kirin û kurtefîlm bi wan dan temaşekirin.

Xwendekarên Klûna Dramayê bi peyama “Em bi hev re xwedî li pîr û kalên xwe derkevin” hin leyîzên kin pêşkêş kirin.

Xwendekaran li Sumerparkê seredana pîr û kalan kir û qurnefîl dane wan, daxwaza saxî û silametiyê ji bo wan kirin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan