Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Zarokistan dê ji bo dewreya nû ya perwerdeyê amade bin

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak kreşxane û Malên Lênêrînê yên Zarokistanê kontrol kir û xwest ku kreş ji bo dewreya nû ya perwerdeyê amade bin. Hevşaredar Serra Bucak serdana Zarokistana Baxcilar û 450 Evlerê ku di bin banê Daîreya Xizmetên Civakî de xebatên xwe dimeşînin, kir û seh kir

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak kreşxane û Malên Lênêrînê yên Zarokistanê kontrol kir û xwest ku kreş ji bo dewreya nû ya perwerdeyê amade bin.

Hevşaredar Serra Bucak serdana Zarokistana Baxcilar û 450 Evlerê ku di bin banê Daîreya Xizmetên Civakî de xebatên xwe dimeşînin, kir û seh kir. Hevşaredar Bucak ku der barê rewşa heyî ya kreşan de ji serokên yekîneyan agahî girt, piştre dersxane, odeyên razanê, salona xwarinê, nexweşxane, salona werzîşê, salona muzîkê, salona konferansê û yarîgehên zarokan ên li kreşan ziyaret kir.

Dê kêmasiyên li kreşan bên rakirin

Hevşaredar Bucak diyar kir ku kreş û navendên lênêrînê yên Zarokistanê ne weke yên di sala 2015'an de hatin hiştin. Bucak diyar kir ku ew ê beşên nebaş ên kreşan ji nû ve aktîv bikin û baxçe û qadên lîstikê nû bikin, ji bo ku kêmasiyan ji holê rakin û kreşxaneyan ji bo dewreya nû ya perwerdehiyê amade bikin yekîneyên têkildar wezîfedar kirin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan