Dîrok tê barkirin...
⏳Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Serdana nûnerên sendîkayên Almanyayê bo Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, şandeya ji rêveberên sendîkayên girîng ên Almanyayê ver.di û GEW’ê pêk dihat, ezimand. Şandeya ku ji rêveberên Sendîkaya Perwerde û Zanistê (GEW) û Sendîkaya Karûbarên Yekbûyî (ver.di) ya Almanyayê pêk dihat, serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê kir.

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, şandeya ji rêveberên sendîkayên girîng ên Almanyayê ver.di û GEW’ê pêk dihat, ezimand.

Şandeya ku ji rêveberên Sendîkaya Perwerde û Zanistê (GEW) û Sendîkaya Karûbarên Yekbûyî (ver.di) ya Almanyayê pêk dihat, serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê kir. Endamên şandeyê Claudia Schiffmann, Patrick von Brandt, Barbara Nägele, Martin Pottel, Karlo Räcke, Senem Gülen-Räcke, Hilde Schäper, Anne Gerdrun, Volker Nüsse, Svenja Ketelsen, Klaus Becker û Andrea Keiz ji aliyê Hevşaredar Serra Bucak ve hatin pêşwazîkirin. Piştî pêşwazîkirinê, Bucak û endamên şandeyê hevdîtinek pêk anîn.

Di hevdîtinê de Hevşaredar Bucak, behsa qadên dîrokî yên Amedê yên ku di Lîsteya Mîrateya Cîhanî ya UNESCOyê de ne, potansiyela turîzmê ya bajêr û xebatên Şaredariya Bajarê Mezin kir.

Hevşaredar Bucak kêfxweşiya xwe ya ji bo vê serdanê anî ziman û spasiya nûnerên sendîkayan kir.

Hat ragihandin ku şande dê serdana qadên mîrateya çandî yên li Amedê jî bike.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan