Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Meclîsa Jinên Karsaz a DTSOyê serdana Hevşaredar Bucak kir

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, Seroka Meclîsa Jinên Karsaz a DTSOyê Fîlîz Ekîngen û endamên meclîsê mazûvanî kir. Seroka Meclîsa Jinên Karsaz a Odeya Pîşesazî û Bazirganî ya Amedê (DTSO) Fîlîz Ekîngen û endamên meclîsê, serdana Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak kir. Piştî pêşwazîki

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, Seroka Meclîsa Jinên Karsaz a DTSOyê Fîlîz Ekîngen û endamên meclîsê mazûvanî kir.

Seroka Meclîsa Jinên Karsaz a Odeya Pîşesazî û Bazirganî ya Amedê (DTSO) Fîlîz Ekîngen û endamên meclîsê, serdana Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak kir.

Piştî pêşwazîkirinê Hevşaredar Bucak bi heyeta Meclîsa Jinên Karsaz re hevdîtinek pêk anî.

Di serdanê de li ser jinên karsaz û pirsgirêkên îstîhdamê yên li bajêr nêrîn hatin guherandin.

Şandeya Meclîsa Jinên Karsaz, Hevşaredar Bucak pîroz kir û di peywira wê de serkeftin xwest.

Hevşaredar Bucak ji ber serdanê spasiya heyeta Meclîsa Jinên Karsaz kir.

Alîkara Sekreterê Giştî Zerîn Turk, Seroka Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê Ozden Gurbuz Sumer û endamên meclîsê jî beşdarî serdanê bûn.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan