Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Odeya Endezyarên Madenê serdana Hevşaredar Hatun kir

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun, mazûvaniya rêveberiya Odeya Endezyarên Madenê ya Şaxa Amedê kir. Hevserokê Odeya Endezyarên Madenê ya Şaxa Amedê Nûrî Alpaslan û endamên desteya rêveber serdana Şaredariya Bajarê Mezin kirin. Hevşaredar Dogan Hatun, bi Alpaslan û endamên rêveberiyê re he

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun, mazûvaniya rêveberiya Odeya Endezyarên Madenê ya Şaxa Amedê kir.

Hevserokê Odeya Endezyarên Madenê ya Şaxa Amedê Nûrî Alpaslan û endamên desteya rêveber serdana Şaredariya Bajarê Mezin kirin.

Hevşaredar Dogan Hatun, bi Alpaslan û endamên rêveberiyê re hevdîtinek pêk anî. Di civînê de xebatên ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin ve li bajêr tên meşandin hatin nirxandin.

Alpaslan, Hevşaredar Bucak û Hatun vexwendibûn "Komxebata Nirxandina Xebatên Madenên Derdorê yên Amedê" ku dê di 14ê Kanûnê de li dar bixin.

Di serdanê de ligel Hevşaredar Hatunî, Hevserokên Meclîsê Emîne Akîn û Abdusselam Înceoren jî amade bûn.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan