Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Komeleya Parastina Heywanan serdana şaredariyê kir

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, mazûvaniya Seroka Komeleya Parastina Heywanan Meryem Ercan û endamên lijneyê kir.

Seroka Komeleya Parastina Heywanan a Amedê Meryem Ercan û endamên lijneyê, hatin serdana Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak.

Piştî pêşwazîkirinê Hevşaredar Bucak bi rêveberên Komeleya Parastina Heywanan re civînek li dar xist.

Di civînê de mijarên mêtingerkirina sewalan, şaredarî bi dilxwazan re qadên nû yên jiyanê, firehkirina qada xebatê ya Navenda Lênêrîna Heywan û Rehabîlîtasyonê ya heyî, teşwîqkirina projeyên berpirsyariya civakî, hevkarî û hevgirtinê hatin nîqaşkirin.

Di serdanê de Alîkarê Sekreterê Giştî Reşat Bakan, Serokê Daîreya Karên Tenduristiyê Vahap Saçakli û endamên meclîsê bi Hevserok Bucak re amade bûn.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan