Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Astengdarên Bihîstinê serdana Şaredariya Bajarê Mezin kir

Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, serokên Konfederasyona Astengdarên Bihîstinê ya Tirkiyeyê, Federasyona Cîhanê ya Turîzm û Medyayê ya Astengdarên Bihîstinê û Klûba Werzişê ya Astengdarên Bihîstinê ya Amedê pêşwazî kir.

Serokê Konfederasyona Astengdarên Bihîstinê ya Tirkiyeyê Orkun Utsukarci, Serokê Federasyona Cîhanê ya Turîzm û Medyayê ya Astengdarên Bihîstinê Veysel Gursoy Çelîk û Serokê Klûba Werzişê ya Astengdarên Bihîstinê ya Amedê Sait Elinç serdana Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak kirin.

Piştî pêşwazîkirinê, Hevşaredar Bucak bi mêvanan re hevdîtinek pêk anî. Di hevdîtinê de, li ser xebat û xizmetên ji bo kesên astengdar nêrîn hatin guherandin.

Di serdanê de, Serokê Daîreya Xizmetên Astengdar û Temendaran Îsmail Degirmenci û Serokê Daîreya Xizmetên Ciwanan û Werzişê Baran Yilmaz di hevdîtinê de bi Hevserok Bucak re bûn.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan