Navenda Perwerdeya Pîşeyî
Detaya Xizmetê
Perwerdehiya Pîşeyî û Armancên Têkoşîna li Dijî Bêkariyê
Yek ji pirsgirêkên herî bi êş ên bajarê me bê guman bêkarî ye. Bi daneyên ciyawaz ên îstatîstîkî tê nîşandayî ku ji sedî 60 ê nifûsa ku dikare bixebite li bajêr bêkar e.
Bilindbûna rêjeyê di vî astî de bê guman tenê bi bêkariya welat an bajarê me nayê ravekirin. Koçberiya ku tê jiyîn faktora herî girîng e.
Navenda Perwerdehiya Pîşeyî ya Qada Jiyana Hevpar a Sümerpark a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di bin banê xwe de bernameyên perwerdehiya pîşeyî da destpêkirin. Bernameyên me yên perwerdehiyê yên wekî Kargêriya Komputerê, Muhasebeya Komputerkirî, Xaza Siruştî (Doğalgaz), Dezgehkariya Sixhî (Sıhhi Tesisatçılık), Tekstîl, Sêwirana Webê, Aşpêjî, Otomotiv (lênihêrîn û tamîra wesayîtan), Quaforî, Lênihêrîna Çerm, Têkiliyên Giştî, Îngilîzî, Autocad, Diksiyon hene; armanca me ya bingehîn ew e ku em kesên ji gundiyan derbasî bajêr bûne li Amedê bi rêya perwerdehiya pîşeyî bikin xwedîpîşe da ku lihevhatina wan a aborî ya bi bajêr re hêsan bikin û li dijî bêkarî û xizaniyê ya li bajar têkoşînê bikin.
Armanca Perwerdehiyê
Kirina kesên ji gundiyan derbasî bajêr bûne li Amedê bi rêya perwerdehiya pîşeyî xwedîpîşe da ku lihevhatina wan a aborî ya bi bajêr re hêsan bibe.
Têkoşîna li dijî bêkarî û xizaniyê ya li bajar.
Koma Armanc
15 - 45 salî, xizan û/an bêpar
Malbatên ku bi koçê hatine
Ciwanên bêkar û bêpîşe
Jin
Zarokên ku li kolanan dixebitin (ser 15 saliyê re)
Belgeyên Pêwîst ji bo Perwerdehiyê
2 Fotokopiyên nasnameyê, 2 Fotokopiyên dîplomayê (belgeya xwendekariyê)
2 Wêne
Not: Divê kursiyerên ku beşdarî kursê bibin herî kêm mezûnê dibistana seretayî bin.
