Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.

Xizmetên Agirkujiyê

Karûbanên hewarçûna agirpêketin û şewatan

Detaya Xizmetê

Rapora Îtfaiyeyê

Rapora Îtfaiyeyê Çi ye?

Belgeya der barê ewlehiya agirkujiyê de ye ku li gorî hukmên Rêziknameya Derbarê Parastina Avahiyan ji Agir de ku bi Biryara Kargêriya Wezîran a bi tarîxa 27/11/2007an û bi jimara 2007/12937 ve ketiye meriyetê, ji bo her cûre avahî, avahiyên mezin, tesîs û karsaziyên ku ji aliyê saziyên giştî, saziyên taybet û kesên rastîn ve tên bikaranîn, tê amadekirin.

Ji Kû Tê Girtin?

Divê forma serlêdanê ya ku hûn dikarin ji şaxên me yên rêveberiyê an jî ji lînka jêrîn peyda bikin, bi agahiyên tije û nû ve were tijehurandin û radestî yekîneya qeyda belgeyan a ku di avahiya xizmetê ya şaredariya me de ye were kirin. Tîmên kontrolê yên ku ji aliyê Serokatiya me ve tên erkdarkirin di nava navînî 15 rojan de karsaziyê kontrol dikin û bersivê didin, dema me ya qanûnî 30 roj e.

Kontrola Karsaziyê Li Gorî Tedbîrên Ewlehiya Agir

Li gorî hukmên "Rêziknameya Derbarê Parastina Avahiyan ji Agir de" ku di Rojnameya Fermî ya bi tarîxa 19.12.2007an û bi jimara 26735an de hatiye weşandin û paşê di dîrokên ciyawaz de hin hûrgiliyên wê bi Rojnameya Fermî re hatine guhertin, ji bo tespîtkirina tedbîrên agir ên ku divê di avahiyan de werin girtin dema ku tê xwestin, ew kontrolkirina her cûre avahî, avahiyên mezin, tesîs û karsaziyên ku ji aliyê Saziyên Giştî, Saziyên Taybet û Kesên Rastîn ve tên bikaranîn, vedihewîne.

ALO 153Bajarên Dostê Jinan