Dîrok tê barkirin...
⏳Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Rêveberiya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ)

DÎSKÎ ji bo Taxa Şêxanê xeta ava vexwarinê ya nû datîne

Gerînendetîya Giştî ya DÎSKÎyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo gihandina avê ji çavkaniyeke nû re bo Taxa Şêxanê ya girêdayî navçeya Liceyê –ku ji ber hişkesaliyê ev du sal in bi tankeran piştgiriya avê lê dihat kirin– hezar û 100 metre xeta ava vexwarinê datîne.

Gerînendetîya Giştî ya Rêveberiya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ), ji bo pêkanîna pêdiviya ava vexwarinê ya Taxa Şêxanê –ku di çavkaniya avê ya heyî de ji ber hişkesaliyê daketinên di herikîna demsalî de çêdibûn– xeteke nû datîne. Di demên ku çavkanî têra pêdiviya ava rojane ya xelkê taxê nedikir de, ev du sal bûn ku ji aliyê DÎSKÎyê ve bi tankeran piştgiriya avê dihat kirin. Bi ava ku ji çavkaniya nû were dabînkirin re, armanc ew e ku mîqdara avê ya ku digihêje taxê zêde bibe, pirsgirêka ava demsalî û pêdiviya bi piştgiriya tankerên avê kêm bibe.

Av wê ji çavkaniya Damarê bigihêje taxê

DÎSKÎyê, di xebata xwe ya ku ji bo dabînkirina avê ji bo taxê ji çavkaniya herêma Damarê ya ku navenda navçeya Liceyê jî têr dike, hatiye asta girêdanê. Bi xebateke ku nêzîkî hefteyekê bidome, xeta ava vexwarinê ya bi dirêjahiya hezar û 100 metreyî hatiye danîn.

Piştî ku girêdana xeta nû ya bi tora ava vexwarinê ya heyî re temam bibe, tê plankirin ku ji 9ê Mijdarê pê ve avê bide taxê.

Muxtar Ekinci: DÎSKÎyê çareseriya pirsgirêkê dît

Muxtarê Taxa Şêxanê Necatin Ekinci diyar kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêka avê bi salan e serlêdanên devkî û nivîskî kirine. Ekinci da zanîn ku xebata ku hatiye destpêkirin hêviyê dide xelkê taxê, anî ziman ku ew li benda gihîştina avê ya taxê ne û wiha axivî: "Ez sê serdem in muxtariya Şêxanê dikim. Bi salan e ez bi pirsgirêka ava vexwarinê re têdikoşim. Serokatiya Giştî ya DÎSKÎyê li ser vê pirsgirêkê xebitî û çareseriya wê dît. Niha em şahidê vê yekê ne. Dema ku av bê taxê em ê hê bêtir şa bibin. Em kêfxweş in. Ez li ser navê taxarên xwe spasiyên xwe pêşkêşî DÎSKÎyê dikim."

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan