DÎSKÎ, li Taxa Husamdeloyê xeta ava vexwarinê ya bi dirêjahiya hezar û 500 metreyî nû dike
Rêveberiya Giştî ya DÎSKÎyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi armanca ku pirsgirêka ava vexwarinê ya bi salan li Taxa Husamdeloyê ya bi ser navçeya Farqînê ve ye û ji 50 malan pêk tê bi awayekî domdar çareser bike, bo nûkirina xeta ava vexwarinê ya bi dirêjahiya hezar û 500 metreyî xebat da destpêkirin.
Rêveberiya Giştî ya Îdareya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ), bi armanca ku li seranserê bajar gihîştina welatiyan a ava vexwarinê ya tendurist û ewle xurt bike, xebatên nûkirina binesaziyê berdewam dike. Di vê çarçoveyê de di etûdên teknîkî û lêkolînên qadê de ku ji aliyê ekîbên Rêveberiya Şaxê Farqînê ya DÎSKÎyê ve li Taxa Husamdeloyê hatin kirin, di binesaziya ava vexwarinê ya heyî de pirsgirêkên avahiyî yên cidî hatin tespîtkirin.
Di xeta torê de pirsgirêka kireçgirtinê hat tespîtkirin
Di lêkolînan de hat diyar kirin ku xeta tore ya nêzî 200 metreyî ji ber kireçgirtinê bi temamî girtî ye û xeta veguhastinê (îsale) ya hezar û 300 metreyî jî temenê xwe yê fîzîkî qedandiye. Hat tomarkirin ku di xetên ku temenê xwe yê fîzîkî qedandine de tez-tez teqîn çêdibûn û xerabûnên ku çêdibûn di taxê de dibûn sedema birîna avê ya kin. Hat tespîtkirin ku wendakirina avê ya ji ber teqînan çêdibe, ligel xwe îsrafa avê jî tîne.
Di çar rojên pêşîn de xeta 900 metreyî hat nûkirin
Ekîbên Rêveberiya Şaxê Farqînê ya DÎSKÎyê ku piştî tespîtan ketin nav tevgerê, bo nûkirina xetên ava vexwarinê yên ku karîgeriya xwe winda kirine xebata qadê dan destpêkirin. Di çar rojên pêşîn ên xebatan de 900 metre xeta nû ya ava vexwarinê hat raxistin. Di çarçoveya projeyê de nûkirina xeta bi tevahî hezar û 500 metreyî tê plankirin. Girêdanên abonetiya 50 malên di taxê de jî dê li xeta nû werin girêdan. Bi temamkirina girêdanên abonetiya hat armanckirin ku xebat di nav 10 rojan de ji dîroka destpêkirinê paşve werin qedandin.
Bi xeta nû re xetereya xerabûn û wendakirina avê dê kêm bibe
Bi destpêkirina xetên nû tê armanckirin ku astengî li ber xirabûnên tez-tez û birîna avê ya girêdayî wê bête girtin. Ev xebat her wiha dê bibe alîkar ku wendakirina avê di tore de kêm bibe û ji xelkê taxê re ava vexwarinê ya ewletir bête pêşkêşkirin. Rêveberiya Giştî ya DÎSKÎyê xebatên nûkirinê yên bi vê awayî wekî parçeyek ji nêzîkatiya xurtkirina domdariya binesaziya seranserê bajar plan dike.
‘Armanca me geşandina ava ewle bo her malê ye’
Şefê Şaxa Farqînê Mahmut Orak ku derbarê xebatan de agahî da, diyar kir ku ekîb xebatên li Taxa Husamdeloyê bênavber berdewam dikin. Orak wisa axivî: “Me li Husamdeloyê çavkaniya xerabûnan li ser cih tespît kir û dest bi xebatê kir. Ekîbên me xetê li gorî hewcedariya taxê plan dikin û pêşve diçin. Armanca me ew e ku em ava ewle û birêkûpêk bigehînin her mala di taxê de.”
‘Pirsgirêka me ya avê çareser dibe’
Muxtarê Taxa Husamdeloyê Abdurrahman Karakin jî diyar kir ku wan bo pirsgirêka avê ku taxê ji mêj ve dikişand serî li DÎSKÎyê dane û xebatên li qadê tên meşandin wisa nirxand:
“Di taxa me de pirsgirêkek gelekî mezin a avê hebû. Me rewş gihand DÎSKÎyê, ekîb di demeke kin de hatin taxa me. Çar roj in ku bênavber dixebitin, karê sê çar rojan ê din ma ye. Pirsgirêka me êdî çareser dibe. Ez ji DÎSKÎyê û hemû kesên ku keda wan heye re spas dikim.”
