Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Rêveberiya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ)

DÎSKÎ, çavkaniyeke nû li xeta avê ya Taxa Seyarê girêdide

Rêveberiya Giştî ya Îdareya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ), bi armanca çareserkirina pirsgirêka ava vexwarinê ya ku piştî erdhejê li Taxa Seyarê ya navçeya Hênê derketibû holê, çavkaniyeke nû ya ku tê de di saniyeyê de nêzîkî 1,5 lître av tê bidestxistin, bi rêya xeteke terfiyê ya 500 metre dirêj ve bi tora heyî ve girê dide.

Rêveberiya Giştî ya Îdareya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ), ji ber ku piştî erdhejên navenda wan Mereş bû yên 6ê Sibata 2023yan yek ji du çavkaniyên avê yên ku Taxa Seyarê xwedî dikir çikiyabû, ji bo pêdiviya avê ya taxê bîne cih girêdana çavkaniyeke nû dike.

Li ser serlêdana Muxtarê Taxa Seyarê Bilal Yeleş, tîmên Şaxa Hênê ya DÎSKÎyê li herêmê lêkolîn û xebatên etûdê pêk anîn. Di encama lêkolînan de li çavkaniya nû ya ku hat tespîtkirin bi xebata ku hate meşandin re di saniyeyê de nêzîkî 1,5 lître av hate bidestxistin.

Çavkaniya nû bi xeteke 500 metreyî ve bi torê ve tê girêdan

Tîm, bi armanca komkirin û parastina ava çavkaniyê avahiyeke komkirina avê ava dikin. Ava ku ji vir bê girtin, dê bi xeteke terfiyê ya bi dirêjahiya nêzîkî 500 metreyî ve ji tora heyî re bê gihandin. Bi girêdana nû re armanc ew e ku piştgirî bê dayîn ji bo dabînkirina avê ya ku ji ber hişkbûna yek ji çavkaniyan kêm bûye û nemaze di mehên havînê de kêmbûna avê bê çareserkirin.

‘Em armanc dikin ku di nava 4 rojan de girêdanê biqedînin’

Rêveberê Şaxa Hênê yê DÎSKÎyê Bekir Narin ê ku derbarê xebatê de agahî da diyar kir ku di encama lêkolînên qadê de ku li ser serlêdana muxtariyetê hatine kirin de wan tespît kiriye ku piştî erdhejê yek ji çavkaniyên avê yên taxê hişk bûye.

Narin derbarê xebatên ku tên meşandin de wiha got: "Piştî serlêdana muxtarê me, me bi hevalên xwe yên tîmê re li taxê lêkolîn kir. Ji çavkaniya nû ya ku di xebatên etûdê de me diyar kir de me av bi dest xist. Niha em girêdana ku dê vê avê bigihîne taxê amade dikin. Em armanc dikin ku xebata xetê di nava çar rojan de biqedînin, çavkaniyê bi torê ve bibin û pirsgirêka avê ya taxê çareser bikin. Em spasiya her kesê ku ked dane dikin."

‘Me bi tîman re çavkaniya avê dît’

Muxtarê Taxa Seyarê Bilal Yeleş diyar kir ku ji ber pirsgirêka avê ya ku ew dijîn re wan serî li Rêveberiya Giştî ya DÎSKÎyê daye û piştgiriya makîneyên kar standine û wiha axivî: "Pirsgirêka me ya avê li taxê hebû. Me serlêdan li Rêveberiya Giştî ya DÎSKÎyê kir. Me bi tîman re çavkanî dît. Wan makîneyeke kar ji me re şand û me çavkaniya xwe vekir. Înşallah em ê ji vir avê bidin taxê û pirsgirêka xwe çareser bikin. Ez gelek spasiya Rêveberê xwe yê Giştî, tîmên ku li vir dixebitin û her kesê ku ked dane dikim."

Niştecihên taxê ji xebatê razî ne

Huseyin Kanat ê ku yek ji niştecihên taxê ye jî anî ziman ku di erdhejê de avên wan qut bûne û wan bi muxtar re ji bo çareserkirina pirsgirêkê serlêdan kiriye û wiha got: "Di erdhejê de ava me miçiqî. Me bi muxtarê xwe re serlêdan kir. Rêveberê Giştî yê DÎSKÎyê û Rêveberê Şaxa Hênê bi tîmên xwe re alîkariya me kirin, ava me derxistin. Ez spasiya hemû tîmê dikim."

Bi qedandina xebatê re armanc ew e ku li Taxa Seyarê gihandina ava vexwarinê ya nêzîkî 110 kesên ku di 22 malbatan de dijîn bê başkirin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan