Ji DÎSKÎyê ji bo Xaniyên Komî yên Kandiskana Karazê xeta ava vexwarinê ya nû ya 2 hezar metre danî
Serokatiya Giştî ya Rêveberiya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ) li Taxa Embarê ya navçeya Karazê ya Xaniyên Komî yên Kandiskanê, li şûna tora 20 salî ya ku bûbû sedema birrîn û windahiyên avê, xeta ava vexwarinê ya nû ya 2 hezar metreyî datîne.
Serokatiya Giştî ya DÎSKÎyê, piştî ku tora ava vexwarinê ya ku nêzî 20 berê li Xaniyên Komî yên Kandiskanê hatibû danîn temenê xwe yê aborî qedand û bû sedema miçiqîna avê, windahî û îsrafê, li ser daxwaza welatiyan ket nava tevgerê. Piştî lêkolînan biryar hat girtin ku xeta kevin bê nûkirin û tîmên Şaxa DÎSKÎyê ya Karazê dest bi xebatê kirin.
Di çarçoveyê de li ser rêgezeke cuda ya ji xeta heyî, tora ava vexwarinê ya nû ku nêzî 2 hezar metre dirêj e tê danîn. Armanc ew e ku bi xeta nû re pirsgirêkên qutbûn û windahiyên avê bên kêmkirin.
Xebat dê di 10 rojan de temam bibin
Midûrê Şaxa DÎSKÎyê yê Karazê Îrfan Çalişkan diyar kir ku xeta nû ji bo pêdiviya ava vexwarinê ya welatiyan bê pêkanîn hatiye danîn.
Çalişkan da zanîn ku piştî tora nû temam bibe dê girêdana aboneyê ya her malbatê bê çêkirin û xetên avê bên danîn, her wiha destnîşan kir ku ew armanc dikin xebat di nava 10 rojan de bên temamkirin.
'Em ê bi rehetî ava xwe vexwin'
Muxtarê Taxa Embarê Osman Uruç jî kêfxweşiya xwe ya ji bo xebatê anî ziman. Uruç diyar kir ku di xeta heyî ya ku nêzî 20 sal berê hatibû danîn de pirsgirêk diqewimîn û tora nû dê pêdiviyeke girîng a niştecihên taxê çareser bike.
Uruç got ku ew hêvî dikin bi xeta nû re welatî bigihîjin ava vexwarinê ya saxlem û bê miçiqîn û wiha got: “Em ê bi rehetî ava xwe vexwin.”
Bi vê xebatê re armanc ew e ku windahiyên avê bên kêmkirin û welatî bigihîjin ava vexwarinê ya saxlem û bêmiçiqîn.
