DÎSKÎyê li Hênê xeta nû ya kanalîzasyonê temam kir
Gerînendetiya Giştî ya DÎSKÎyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li Taxa Navendî ya qezaya Hênê nêzîkî hezar metreyî xeta kanalan raxist. Bi xeta nû ya ku hat temamkirin, hat dabînkirin ku ava bermayî ya qada niştecihbûnê bê veguhastin bo torra sereke.
Gerînendetiya Giştî ya Îdareya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ), xebata ku di meha tîrmehê de bo peydakirina hewcedariya binesaziya ava bermayî ya qadên nû yên niştecihbûnê yên li qezaya Hênê dabû destpêkirin, temam kir. Bi avakirina zêde ya li qezayê re, hewcedariya kapasîteyê ya torra kanalîzasyonê ya heyî ji nû ve hat nirxandin û ji bo Taxa Navendî projeyeke nû hat amadekirin.
Di çarçoveya projeyê de ji aliyê tîmên Gerînendetiya Şaxa Hênê ya DÎSKÎyê ve ji taxê re nêzîkî hezar metreyî xeta nû ya kanalîzasyonê hat raxistin.
Xeta nû hewcedariya binesaziyê peyda kir
Bi xebata ku hat temamkirin re, binesaziya guncav hat çêkirin ku girêdanên ava bermayî yên malên di qada nû ya niştecihbûnê de ji torra sereke re bêne veguhastin. Xeta nû li herêmê derxistina ewle ya ava bermayî peyda kir û di heman demê de barê torra heyî jî kêm kir.
Binesazî li gorî geşedana qadên nû yên niştecihbûnê hat plankirin
Rêveberê Şaxa Hênê ya DÎSKÎyê Bekir Narin ê ku derbarê xebatan de agahdarî da, destnîşan kir ku di plankirina binesaziyê de leza geşedana qadên niştecihbûnê û hewcedariya kapasîteyê ya ku dê di salên paşîn de derkeve holê berçav girtine.
Narin ê ku diyar kir xebat hatine temamkirin, got: “Me xebata xeta kanalîzasyonê ya ku me di meha tîrmehê de ji bo peydakirina hewcedariya binesaziyê ya qadên nû yên niştecihbûnê yên li qezaya me çêkirina wan berdewam dike dabû destpêkirin, temam kir. Bi xeta nû re ku me ava kir, em peyda dikin ku girêdanên ava bermayî yên avahiyên li herêmê bi rengekî saxlemtir bêne kirin.”
‘Kêşeya kanalîzasyonê ya li taxê hat çareserkirin’
Muxtarê Taxa Navendî Mehmet Emin Ekin jî diyar kir ku wan kêşeya binesaziyê ya ku li taxê dihat jiyîn ji Gerînendetiya Giştî ya DÎSKÎyê re ragihandine û piştî lêkolîna tîman xebat hatine destpêkirin. Ekin got: “Li taxa me kêşeya kanalîzasyonê hebû. Me rewş ji Gerînendetiya Giştî ya DÎSKÎyê re ragihand. Tîm hatin, lêkolîn kirin û bi pirsiya me re eleqedar bûn. Hewcedariyên me yên derbarê binesaziya kanalîzasyon û ava vexwarinê de yên li taxa me hatin çareserkirin. Xebat hatin temamkirin, kêşeya me nema. Em spasiya Gerînendeyê Giştî yê DÎSKÎyê, Gerînendetiya Şaxa Hênê û hemû xebatkarên ku di qadê de xebitîn dikin.”
