Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Rêveberiya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ)

Li dor Nexweşxaneya Bajêr xetek ava baranê ya 4 hezar metreyî li 5 kolanan tê danîn

Rêveberiya Giştî ya Îdareya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ), li ser kolanên derdorê Nexweşxaneya Bajêr a ku li taxa Talaytepe ya navçeya Kayapinarê çêkirina wê berdewam dike, dest bi danîna xeta ava baranê ya 4 hezar metreyî kir.

Rêveberiya Giştî ya DÎSKÎyê di lêkolînên xwe yên li ser gûzergehên Nexweşxaneya Bajêr de ku çêkirina wan berdewam dike, beşên ku binesaziya ava baranê lê tunebûn diyar kir. Projeya ku li gorî pêdiviyên nexweşxaneyê û qadên niştecihbûnê yên nû yên ku tê çaverêkirin li derdora wê pêş bikevin hatiye amadekirin, ji aliyê Serokatiya Daîreya Veberhênan û Avakirinê ya DÎSKÎyê ve tê meşandin.

Li 5 kolanan binesaziya ava baranê tê çêkirin

Di çarçoveya projeyê de dê li kolana Abdulkadir Topkaç, kolana Çarçira, kolana Jiyan, kolana Leyla Qasim û kolana Necmettin Erbakan xeta ava baranê bê danîn. Avên ku bi 185 qefesên (izgara) ava baranê yên ku bên çêkirin ve bên komkirin, dê bi ser xetekê ya bi giştî 4 hezar metreyî ve bên tehliyekirin. 80 bircên kontrolê (muayene bacasi) ku li ser xetê bên avakirin jî dê ji bo kontrol, paqijî û bakiriya sîstemê rehetiyê peyda bikin.

'Em binesaziyê ji îro ve amade dikin'

Endazyarê Sivîl Îbrahîm Okan ê Berpirsiyarê Venêrîba Projeyê derbarê xebatê de agahî dan û diyar kir ku wan gûzergehên ku binesaziya ava baranê lê tunebûn, berî asfaltkirinê girtine nava bernameya xebatê ya lezgîn. Okan anî ziman ku dema wan teqwîma xebatê çêkiriye wan parastina çavkaniyên giştî û pêdiviyên herêmê yên siberojê li ber çavan girtine û wiha axivî:

"Em dixwazin lêçûna zêde ya ku ji ber kolanên paşê li van gûzergehên hanê bên kirin dê derkeve holê û kêmasiyên di bikaranîna rê de kêm bikin. Parastina çavkaniya ku ji bo asfaltê hatiye veqetandin û kedxebata li qadê hatiye dayîn, yek ji wan mijaran bû ku dema me teqwîma xebatê amade dikir me li ber çavan girt. Bi ramîna niştecihên ku li derdora nexweşxaneyê li bendê ne ku pêş bikevin, em armanc dikin ku binesaziyê ji îro ve amade bikin. Em armanc dikin ku xeta ku me danî, dê di salên pêş de jî bersiva pêdiviya tehliyekirina ava baranê ya herêmê bide."

Tê armanckirin ku di sê mehan de biçe serî

Tê plankirin ku xebata binesaziya ava baranê ya ku di 21ê Îlonê de dest pê kir, di nava sê mehan de biçe serî. Piştgiriya xebata binesaziyê re jî tê pêşbînîkirin ku li ser gûzergehan xebatên asfaltkirinê bên kirin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan